Amerîkayê firotina mûşekên Patriot ên bi bihayê 9 milyar dolarî bo Siûdî pejirand

Dîroka Weşanê :
Amerîkayê firotina mûşekên Patriot ên bi bihayê 9 milyar dolarî bo Siûdî pejirand

PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) bi daxuyaniyekê ragihand ku Wezareta Derve firotina mihtemel a mûşekên pêşketî yên Patriot û alavên pêwendîdar ên bo Erebistana Siûdî pesend kiriye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev peymana leşkerî ya mezin bi bihayê “9 milyar dolarî” hatiye morkirin.

Pentagonê eşkere kir ku şirketa “Lockheed Martin” dê peymankarê sereke yê vê projeyê be.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve, Riyad daxwaza kirîna nêzîkî 730 mûşekên Patriot kiriye da ku di çarçoveya “ewlehiya herêmî” de kapasîteya xwe ya parastinê xurt bike.

Ev biryar di demekê de tê ku Washington hewl dide hevsengiyên leşkerî yên hevalbendên xwe li Rojhilata Navîn biparêze û “parastina wan a asmanî” li dijî gefên muhtemel zêde bike.