Li Dêra Zorê çekdarekî Şamê hat kuştin; 5 gumanbarên DAIŞê hatin binçavkirin

Dîroka Weşanê :
Li Dêra Zorê çekdarekî Şamê hat kuştin; 5 gumanbarên DAIŞê hatin binçavkirin

PeyamaKurd – Li parêzgeha Dêra Zorê ya li rojhilatê Sûriyeyê, di encama êrîşeke çekdarên ser bi DAIŞê de leşkerekî Wezareta Parastinê ya hikûmeta demkî hat kuştin.

Li gorî agahiyên ji Şamê hatine girtin, êrîş duh, Înê li navçeya Ebû Kemalê pêk hatiye.

Çekdarên ku li ser motorsîkletan bûn, leşkerekî ku di betlaneyê de bû li ber deriyê mala wî hedef girtin û piştî gulebaranê bi qîrîna dirûşmeyên “piştgiriya ji bo DAIŞê” ji cihê bûyerê reviyan.

Di heman demê de, çekdarên Şamê li gundê El-Behra yê Dêra Zorê operasyoneke berfireh pêk anîn. Di vê operasyonê de, 5 gumanbarên ku tiliya wan di êrîşên li ser qereqolên leşkerî de hebû hatin girtin.

Hat ragihandin ku ev kes berpirsiyarê êrîşeke berê ne ku tê de du endamên ewlehiyê hatibûn kuştin û 5 kes jî birîndar bûbûn.

Rayedarên herêmî tekez dikin ku ji bo têkbirina “şaneyên razayî yên DAIŞê” û parastina karmendên hikûmetê, dê operasyonên wan berdewam bikin.