39 sal di ser koça dawî ya Îdrîs Barzanî re derbas bûn

Dîroka Weşanê :
39 sal di ser koça dawî ya Îdrîs Barzanî re derbas bûn

PeyamaKurd – Îro, 31ê Rêbendana 2026an, gelê Kurd 39emîn salvegera koça dawî ya rêber û têkoşerê navdar Îdrîs Mistefa Barzanî bi bîr tîne.

Îdrîs Barzanî yê ku di dîroka Kurdistanê de wekî “Pira Aştiyê” tê naskirin, jiyana xwe ji bo yekrêziya neteweyî û doza adil a gelê xwe terxan kiribû.

Îdrîs Barzanî di sala 1944an de li Gundê Barzan ji dayik bû û ji temenê zarokatiyê ve rastî sirgûn û azaran hat. Piştî destpêkirina Şoreşa Îlonê, di nav refên Pêşmergeyan de wekî fermandarekî jêhatî derket pêş û di danûstandinên Peymana 11ê Adara 1970an de roleke dîplomatîk a serekî lîst.

Piştî sala 1975an jî, di destpêkirina Şoreşa Gulanê de li gel birayê xwe Serok Mesûd Barzanî mîsyoneke dîrokî girt ser milê xwe.

Rêberê nemir di 31ê Rêbendana 1987an de li Rojhilatê Kurdistanê ji ber krîza dil koça dawî kir, lê mîrateya wî ya “yekrêziya nav mala Kurd” îro jî mîna meşaleyekê rê nîşanî tevgera azadiyê dide.