PeyamaKurd – Parlamentoya Iraqê bi fermî ragihand ku rûniştina ji bo hilbijartina serokkomarê nû roja Yekşemê dê bê lidarxistin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Iraqê (INA), di rojeva civînê de “sûnda hin endamên parlamentoyê û hilbijartina serokkomar” heye.
Ev biryar piştî wê yekê hat ku rûniştina hefteya borî hatibû bipaşxistin. Li gorî şîroveyên dadwerî, ji bo ku binpêkirina destûrê çênebe, divê ev prose heta roja Yekşemê bi dawî bibe.
Tê payîn ku civîn saet 11:00an de dest pê bike û nexşerêya siyasî ya Iraqê zelal bike.