Şêwirmendê Xameneyî gefa herî tund li Îsraîlê xwar: Bersiva me dê bigihîje dilê Tel Avîvê

Dîroka Weşanê :
Şêwirmendê Xameneyî gefa herî tund li Îsraîlê xwar: Bersiva me dê bigihîje dilê Tel Avîvê

PeyamaKurd – Di demekê de ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hêza xwe ya leşkerî li herêmê zêde dike, rayedarên payebilind ên Îranê peyamên tund arasteyî Washington û Tel Avîvê kirin.

Elî Şemxanî, şêwirmendê Rêberê Bilind Elî Xameneyî, ragihand ku Îran dê bi hêzeke “bi bandor û astengker” bersiva her cure êrîşê bide û tekez kir ku ev bersiv dê “bigihîje dilê Tel Avîvê”.

Serfermandarê Giştî yê Îranê Emîr Hatemî jî destnîşan kir ku hêzên wan di “asta herî bilind a hişyariyê” de ne û hişyarî da ku her şaşî dê ewlehiya tevahiya herêmê bixe metirsiyê.

Hatemî her wiha got ku ji holê rakirina teknolojiya nukleerî ya Îranê “ne mimkin e”.

Tevî van gefan, Wezîrê Derve Ebas Araqçî diyar kir ku ew hîn jî ji bo diyalogê amade ne, bi mercê ku dorpêç werin rakirin û çekên nukleerî nebin mijar; lê belê wî tekez kir ku “şiyanên mûşekên balîstîk” tu carî nayên nîqaşkirin.

Ev pêşketin piştî daxuyaniya Donald Trump hat ku gotibû wî ji bo danûstandinan dem daye Tehranê lê “hemû vebijark li ser maseyê ne”.