Amerîkayê stratejiya nû eskere kir: Pêsîniya Trump Nîvkada Rojava ye

Dîroka Weşanê :
Amerîkayê stratejiya nû eskere kir: Pêsîniya Trump Nîvkada Rojava ye

PeyamaKurd – Rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump, Stratejiya Ewlekariya Neteweyî ya nû eşkere kir ku tê de guhertinên radîkal di siyaseta derve de cih digirin. Di belgeyê de, li şûna serdestiya cîhanî, giranî li ser parastina Nîvkada Rojava tê dayîn.

Trump armanc dike ku hebûna leşkerî li parzemîna Amerîkayê zêde bike û ev gav wekî “Pêvekek Doktrîna Trump bo Doktrîna Monroe” tê pênasekirin. Armanca sereke ew e ku li dijî koçberî, qaçaxçitiya madeyên hişbir û bandora Çînê ya li herêmê têbikoşe, her wiha tê xwestin ku “tenduristiya giyanî û çandî ya Amerîkî ji nû ve ava bikin” û piştgiriyê bidin “malbatên kevneşopî”.

Di stratejiya nû de helwêsta li hember hevkar û hevrikan jî balkêş e. Rêveberî zimanekî tund li dijî Ewropayê bi kar tîne û îdia dike ku parzemîn “paşveçûneke şaristaniyê” dijî. Belge guhertina demografîk a ji ber koçberiyê wekî rîskekê dibîne û dipirse gelo ev welat dê di pêşerojê de karibin bibin hevalbendên pêbawer yan na.

Li aliyê din, helwêstekr nermtir li hember Rûsyayê tê nîşandan û armanc ew e ku şerê Ûkraynayê zû bi dawî bibe, bi Çînê re jî tê xwestin ku “têkiliyên aborî ji nû ve hevseng bikin” û ji pevçûnên leşkerî dûr bisekinin.