Îlham Ehmed dê bi telekonferansê tev li konferansa Stenbolê bibe

Dîroka Weşanê :
Îlham Ehmed dê bi telekonferansê tev li konferansa Stenbolê bibe

PeyamaKurd – Partiya DEMê di 6-7ê Kanûnê de li Stenbolê “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li dar dixe. Hat ragihandin ku Hevseroka Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, Îlham Ehmed dê bi rêya telekonferansê beşdarî bernameyê bibe û axaftina destpêkê bike.

Di konferansê de Nûnerê Serok Mesûd Barzanî, Endama Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê Amîna Zikrî û Parlamentera Kurd a li Qazaxistanê Narîn Nadîrova jî dê biaxivin.

Hevserokê Partiya DEMê Tuncer Bakirhan li ser mijarê got:

Rojava destê dostaniyê dirêjî Tirkiyeyê dike. Dîplomasî ji bo vê yekê ye; em rûdinin û diaxivin. Her kesê fikarên wî hene bila bipirse.”