PeyamaKurd – Cîgirê wezîrê karên derve yê Tirkiyê Berris Ekinci, li devera munhasir ya ekonomik ya Tirkiyê, di Derya Reş de Ûkrayna êrîş kiribû ser keştiyên Rûsyayê û bo gengeşeya dîplomatîk kêm bikin, bangî balyozê Ankara yê Rûsyayê û maslahatguzarê Ûkraynayê yê Tirkiyê kirin da herin wezareta karên derve ya Tirkiyê.
Daxwuyanî ji wezareta karên derve ya Tirkiye ji cîgirê wezîr Ekinci hat kirin. Di komisyona karên derve ya wezaretê de got ku di hefteyên dawiyê de, êrîşên Rûsya û Ûkraynayê li ser hev zêde bûne. Ekinci got:
“Di hefteyên dawiyê de gengeşeyên di navbera Rûsya û Ûkrayna de zêde bûne û êrîşê hev dikin. Herî dawiyê di Derya Reş de di nav herêma aboriya me de, êrîş çêbûn. Do û îro me bangî balyozê Rûsya û maslahatgüzarê Ûkraynayê kir û me endîşeyên xwe bo wan ragihand.”