Arakçî: Welatên Rojavayî Îran û Rûsya kirine hedef

Dîroka Weşanê :
Arakçî: Welatên Rojavayî Îran û Rûsya kirine hedef

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Arakçî li Moskowê bi hevtayê xwe yê Rûs Sergey Lavrov re civiya û di civîneke hevpar a çapemeniyê de diyar kir ku welatên Rojavayî bi cezayan Îran û Rûsyayê dikin hedef.

Arakçî got ku Îran dest ji mafên xwe yên bernameya nukleerî û dewlemendkirina uranyumê bernade û diyar kir, ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser tesîsên wan, şert û mercên li qadê guherîne û êdî kontrolkirina tesîsan bi vî awayî ne mimkun e.

Herwiha Arakçî derbarê peywendiyên bi Amerîkayê re jî got ku wan maseya dîplomasiyê neterikandiye, lê heta şert û merc ne wekhev bin û Amerîka dest ji xweferzkirinê bernede, dê negihîjin encamekê.

Sergey Lavrov jî ragihand ku qebara bazirganiyê ya di navbera her du welatan de ji sedî 10 zêde bûye û wan peymana hevkariyê ya nû îmze kiriye. Lavrov piştgiriya Rûsyayê ya ji bo mafê Îranê yê di warê enerjiya nukleerî de dubare kir û cezayên yekalî yên Ewropayê ku li dijî hiqûqa navneteweyî ne, şermezar kir. Di hevdîtinê de her du wezîran li ser mijarên herêmî yên wekî Kafkasya, Afganistan û Filîstînê jî nîqaş kirin û dan xuyakirin ku ew li dijî hebûna hêzên biyanî yên li herêmê ne û piştgiriyê didin mekanîzmaya "3+3" ya ji bo îstîqrara herêmî.