Yûnanistan fuzeyên malê Îsraîlê li ser axa xwe bicîh kir

Dîroka Weşanê :
Yûnanistan fuzeyên malê Îsraîlê li ser axa xwe bicîh kir

PeyamaKurd – Yûnanistan her roj şiyanên xwe yên leşkerî firehtir dike. Ve carê jî fuzeyên malê Îsraîlê yên bi navê Spike NLOS li ser xetta Evrosê û giravan bicîh kir. Wezîrê bergiriyê yê Yûnanistanê Nikos Dendias sedema ku ew çend çekan dikirin û li ser axa xwe bicîh dikin, Tirkiyê sebeb nîşan da.

Fuzeyên Spike NLOS di 32 heya 50 km yan dikare bi hezir li hedefan bixe. Fuzeyên Spike NLOS di meha Tebaxê de ketibûn nav envantera artêşa Yûnanistanê û wan fuzeyan li girava Evrosê bicîh kir.

Wezîrê bergiriyê yê Yûnanistanê di wexta hevdîtinên bo budça Yûnanistanê ya sala 2026an, di parlementoyê de gotibû ku Tirkiye bo wan talûka herî mezin û hedef e. Dendias weha gotibû:

“Tirkiye bo Yûnanistanê tehdîda yekem û hedef e. Gelek caran ev pirs ji min hat kirin. Tehdîd ji me re ji ku tê, min bi jimaran danî ortê. Tirkiye budça xwe ya çekdarkirinê zêde kiriye û Yûnanistanê bi şer tehdîd dike. Ev nayê vateya ku tehdîdên din nînin. Lê ger tehdîda aşkera hebe û hatibe gotin, yên din di plana duyem de dimînin.”

Fuzeyên Spike NLOS (Non-Line-of-Sight), li Îsraîlê ji aliyê Rafael Advanced Defense Systems de hatine pêşxistin, di nav fuzeyên malbatî de ya menzîla wê herî dirêje û herî pêşkeftiye. Ferqa wê ji füze yên dinan ew e ku ne hewceye operator hedefê raste rast bibîne û dikare ji 32 km yan heya 50 km yan bi temamî li hedefê bixe.

Dema li hewaye, dikare hedefê di rêya fiber optik de an radyo de nîşanî operator bide, operator dikare hedefê biguhêre û betal jî bike.