Bi jina xwe re munaqeşe kir û bi kêrê jina xwe kuşt

Dîroka Weşanê :
Bi jina xwe re munaqeşe kir û bi kêrê jina xwe kuşt

PeyamaKurd – Li navça Altındağ a Ankara kesê bi navê Y.Ö, (28) bi salaye ku bi jina xwe ya bi navê Sevgi Özdemir (19) re li hev nedikir û 2 zarokên wan jî hene.

Jin û mêrê ku 3 sale zewicandîne, li malê munaqeşe kirin û zilam bi kêrê li jina xwe xist û ji malê reviya. Dema polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê, dîtin ku Sevgi Özdemir jiyana xwe ji dest daye.

Polîs, mêrê jinê girt û piştî îfadê wê sitend, ew birin dadgehê û dadger bi sedema bi zanîn mirov kuştiye ew şand zîndanê.