Parlamena Ewropa plana qedexekirina hawirdeya gaza Rûsî pesend kir

Dîroka Weşanê :
Parlamena Ewropa plana qedexekirina hawirdeya gaza Rûsî pesend kir

PeyamaKurd- Parlamentoya Ewropayê, plana Yekîtiya Ewropayê (YE) ya ji bo qedexekirina gav bi gav a hawirdeya gaza Rûsî pesend kir.

Parlamentoya Ewropayê (PE), bi dengdana ku îro 17ê Kanûnê pêk hat, pêşniyara ji bo kêmkirina hawirdeya gaza xwezayî û gaza şilek (LNG) ya ji Rûsyayê ku heta payîza 2027an bibe sifir, pesend kir.

Plana qedexekirina hawirdeya gaza Rûsî, li hemberî 120 dengên "na", bi 500 dengên "erê" hat qebûlkirin. Di dengdanê de 32 parlamenteran jî dengê "bêalî" bikar anîn. Pesendkirina parlamentoyê, piştî lihevkirina nûnerên Konseya Ewropayê û Parlamentoyê ya di 3yê Kanûnê de li ser qedexekirina gaza Rûsî pêk hat.

Hêjayî gotinê ye, Macaristan û Slovakya dixwazin hawirdekirina gaza xwezayî ji Moskowê bidomînin.

Heta meha Cotmehê, pişka Rûsyayê di hawirdeya gaza YE de di asta %12 de bû. Berî destpêkirina şer, ev rêje di asta %45 de bû.