Artêsa Sûdanê bi balafirên bêmirov li depoyên RSFê xist

Dîroka Weşanê :
Artêsa Sûdanê bi balafirên bêmirov li depoyên RSFê xist

PeyamaKurd – Li Sûdanê şer û pevçûnên di navbera Artêş û Hêzên Piştgiriya Bilez (RSF) de didomin. Artêşa Sûdanê ragihand ku wan bi balafirên bêmirov (SIHA) depoyên stratejîk ên RSFê yên li ser sînor wêran kirine.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên leşkerî hatine wergirtin, operasyon roja Înê li "sêgoşeya sînorî" ya di navbera Sûdan, Misir û Libyayê de pêk hat. Di encama êrîşên hewayî de, depoyên çekan û wesayîtên şer ên aîdî Hêzên Piştgiriya Bilez hatin rûxandin.

Rayedarên leşkerî diyar kir ku ev operasyon beşek ji stratejiya qutkirina rêyên lojîstîk e. Tê zanîn ku RSF vê herêma sînorî ji bo veguhestina çekan û şervanan bikar tîne.

Li gel pevçûnan, rewşa mirovî ya li welêt jî xirabtir dibe. Berdevkê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric, derbarê rewşa Darfura Bakur de hişyariyên cidî dan.

Dujarric destnîşan kir ku piştî bajarê El Faşîrê di 26ê Cotmehê de ket bin kontrola RSFê, koçberiyeke mezin dest pê kiriye. Li gorî daneyên NY, zêdetirî 100,000 sivîl ji El Faşîrê û derdora wê reviyane, malbat bi kêmasiyên giran ên xwarinê re rû bi rû ne û gelek kes winda ne, li herêma Kordofanê jî ji ber şerên dawî yên ji Cotmehê ve nêzîkî 40,000 kes bê cih û war mane.

Bajarê El Faşîrê, piştî dorpêçeke 18 mehan a ku bû sedema wêranî û kuştina bi hezaran kesan, ketibû destê RSFê.

Li hemberî tawanbariyên navneteweyî, Hêzên Piştgiriya Bilez (RSF) daxuyaniyek da. RSFê red kir ku wan sivîl hedef girtine an rê li ber alîkariyên mirovî girtine. Rêxistinê îdia kir ku binpêkirinên behsa wan tê kirin, ji aliyê "hêmanên serhildêr" ve hatine pêk anîn.