Serok Barzanî di navbera Sûdanî û Zêdan de navbeynkarî kir, astî anî

Dîroka Weşanê :
Serok Barzanî di navbera Sûdanî û Zêdan de navbeynkarî kir, astî anî

PeyamaKurd – Serokê Partiya Wetenî ya Iraqê, Mîşan Cibûrî, îro ragihand ku kesekî din ji bilî Serok Mesûd Barzanî nedikarî aloziya di navbera Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokê Encûmena Dadwerî Fayiq Zêdan de çareser bike. Ev daxuyanî piştî civîneke girîng hat ku Serok Barzanî di kêleka Foruma Aştî û Asayîşa Rojhilata Navîn (MEPS 2025) de li gel her du aliyan pêk anî.

Cibûrî di tora xwe ya civakî Xê de wêneyekî civînê belav kir û tekezî li ser rola yekane ya Barzanî kir. Wî got, "Li gorî min, ji bilî Serok Mesûd Barzanî tu kesekî nedikarî Serokê desthilata îdarî Mihemed Şiya Sûdanî û Serokê desthilata dadwerî Fayiq Zêdan bîne cem hev û sarbûna di navbera wan de ku gelek gotegot li ser dihatin kirin, çareser bike û nakokiyên wan derbas bike."

Civîna ku li Dihokê pêk hat, careke din ronahî da ser giringiya "Hikmeta Barzanî" di parastina aramiya Iraqê de. Cibûrî di dawiya daxuyaniya xwe de anî ziman ku ev civîn li Dihokê tekezî li wê yekê dike ku "Hikmeta Barzanî hîn parêzerê aramiyê ye ji bo hemû Iraqê." Çavdêrên siyasî vê civînê wek gaveke erênî dinirxînin ji bo kêmkirina rageşiya siyasî û xurtkirina hevkariyê di navbera desthilatên sereke yên Iraqê de.