PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû diyar kir ku welatê wî dixwaze têkiliyên xwe bi Tirkiyeyê re asayî bike, lê di heman demê de tekez kir ku Îsraîl nikare gefên leşkerî yên ji Tirkiyeyê bi tevahî paşguh bike.
Li gorî rojnameya Times of Israelê, Netanyahû got, "Ez hêvî dikim ku gefeke wiha çênebe, lê em nikarin bi tevahî vê îhtîmalê ji holê rakin."
Netanyahû destnîşan kir ku ew dixwazin bi Tirkiyeyê re "têkiliyên birêkûpêk li ser bingeha berjewendiyên hevbeş" bidomînin. Lêbelê, wî her wiha anî ziman ku Îsraîl çalakiyên leşkerî yên Tirkiyeyê li herêmê ji nêz ve dişopîne. Wî diyar kir ku Îsraîl nahêle Tirkiye li deverên sînorî operasyonan bike û li deverên wekî baregeha T-4ê li Sûriyeyê desttêwerdanê dike.
Netanyahû herwiha eşkere kir ku avahiya paşerojê ya artêşa Îsraîlê wê li gorî şiyanên leşkerî yên ku Tirkiye pêş dixe were şekildan û got, "Me niyeta destberdana serdestiya xwe ya leşkerî tune."
Di derbarê îhtîmala kirîna balafirên şer ên F-35an ên ji aliyê Tirkiyeyê ve ji Amerîkayê jî, Netanyahû got, "Ev îhtîmal pir dûr e, dibe ku qet çênebe."