PeyamaKurd- Partiya Gel a Komarî (CHP) biryara xwe ya derbarê serdana Komîsyona Parlamentoyê ya ji bo Îmraliyê eşkere kir. Li aliyê din Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Netewereperst (MHP) Fetî Yildiz jî ragihand ku ew ê li ser navê partiya xwe di komîsyonê de biçe Îmraliyê.
Serokwekîlê Koma CHPyê Murat Emîr piştî civîna Desteya Rêberiya Giştî ya CHPê ragihand ku ew dê ti nûneran neşînin Îmraliyê û li ser civîna îro komîsyonê jî got: "Ez dixwazim diyar bikim ku ne rast e civîneke ku dê çûna Îmraliyê lê bê gotûbêjkirin, ji miletê me veşartî bê kirin. Girîng e ku li vir her partiya siyasî helwesta xwe bi awayekî eşkere diyar bike. Em wekî CHPê, şandina nûnerên xwe ji bo heyeta Komîsyonê rast nabînin."
Berpirsê CHPê diyar kir ku CHP her tim çareseriya demokratîk a Pirsgirêka Kurd parastiye û wiha pê de çû: "Dema hinek kesan hebûna Kurdan jî înkar dikir, em ew partî bûn ku bi wêrekî hebûna vê pirsgirêkê anî zimên. Em piştgirên gavên samîmî yên ji bo aştî û çareseriyê ne lê di vê qonaxê de sepanên qeyûman didomin, mirov di dozên şermê de bi mehan di girtîgehan de ne û di girtinên siyasî de ti pêşketin nîne. Di rewşeke wiha de, tengkirina hemû meseleyê bi çûna Îmraliyê re ne rast e."