PeyamaKurd – Balafirekî şer yê F-16 (F-16C Fighting Falcon) li Amerîkayê li eyaleta Kaliforniyayê li nêzî balafirgeha Tronayê di wexta perwerdê de ket. Pîlot bi kursiyê xwe avêtine, xwe avêt û rizgar bû lê hinek jî sivik birîndar bû.
Balafir nêzî Death Valley ku dikeve başûrê balafirgeha Trona ket û paşî agir bi balafirê ket. Dîmenên ku ji deverê gihan çapemeniyê nîşan didin ku temamê balafirê şewitiye.
Pîlotê balafirê, birin nexwedşxanê û derman dikin.