PeyamaKurd – Belçîka qedexê danî ser balafirên ku bo Îsraîlê çekan û techîzatan hildigrin û wê nikaribin seha hewayî ya Belçîkayê bikarbînin û bi awayê teknîkî wê nikaribin xwe deynin balafirgehên Belçîkayê.
Ragihandin ji aliyê çavkaniyên wezareta karên derve ya Belçîkayê de hat kirin ku ambargoyê danîne ser armanca birina çek û muhîmmatan bo Îsraîlê ya di rêya seha wan de.
Bicîhanîna qedexeyê di encama hewlên wezîrê karên derve yê Belçîkayê Maxime Prevot de hat kirin û li gor rojanama Le Soirê; kesên pêwendîdar, şîrketên ku çekan bo Îsraîlê dibin, wê agahiyên xwe yên neqliyan bo meqamên Belçîkayê ragihînin.
Di biryarê de, heye ku balafirên sîlihan bo Îsraîlê dibin, bê ku barên xwe deynin Belçîkayê ân li Belçîkayê vala bikin, lê li Belçîkayê rawestin jî, divê agahiyên barên xwe bo Belçîkayê bêjin.
Kontrola wan wê ji aliyê Dezga Xizmeta Giştî ya Federasyona Gihandinê de (SPF Transport) de bê meşandin.