PeyamaKurd- Parlamentoya Ewropayê, ji ber binpêkirinên mafên mirovan û tepisandina protestoyan cezayên girantir daxwaz kiribû û rejîma Îranê bi tundî şermezar kiribû.
Wezareta Karên Derve ya Îranê, li ser vê biryarê bi daxuyaniyekê ragihand, ev saziya navborî ji bo axaftina li ser mafên mirovan xwedî tu mafê ehlaqî nîne.
Îranê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku Parlamentoya Ewropayê bi piştgiriya xwe ya ji bo cezayên Amerîkayê yên li dijî gelê Îranê û herwiha bi bêdengiya xwe ya li hemberî sûcên şer ên li Filîstînê, xwedî "sicîleke reş" e; lewma ev biryar wekî "destwerdaneke bêbingeh" û "durûtî" ye.
Herwiha Îranê hişyarî da ku ew ê parastina ewlehiya xwe ya neteweyî bidomînin û li dijî her gava ku li hemberî wan bê avêtin, dê bi heman rengî bersivê bidin.