Parlementerê berê yê Kurd Selim Sadak wefat kir

Dîroka Weşanê :
Parlementerê berê yê Kurd Selim Sadak wefat kir

PeyamaKurd – Parlementerê Partiya Demokrasiyê yê berê û hem ku dewreyekî şaredariya bajarê Sêrtê kiribû Selim Sadak di 71 saliya xwe li Almanya li bajarê Heilbronnê tedawiya pençeşêrê an ku kanserê didît, jiyana xwe ji dest da.

Li ser wefata Selim Sadak DEM Partiyê peyama sersaxiyê da.

Selim Sadak xelkê Herzexê (Îdîl) ye û di sala 1954an de li gundê Bafê hatiye dinayê. Ji beşa matematîka fakulta perwerdê ya Diyarbekirê der çûye û demekî mamoste bû.

Di sala 1991an de ji Partiya DEMê bû parlementerê bajarê Şirnexê. Demekî dirêj di zîndanê wekî siyasî ma ji ber parêzbendiya wî ya parlementeriyê di meclisa Tirkiyê de bi gelek hevalên wî re rakiribûn.

Selim Sadak zewicandî û xwediyê 10 zarokaye.