Mamostê ji ser kar derxistin, 3 mamostên hevalê kuşt û paşî xwe jî kuşt

Dîroka Weşanê :
Mamostê ji ser kar derxistin, 3 mamostên hevalê kuşt û paşî xwe jî kuşt

PeyamaKurd – Li dewleta Komara Afrîka Başûr li eyaleta Cape ya Rojhilat mamosteyekî bi sedema xwendevanên xwe bi awayekî cinsî aciz kiriye, ew ji ser karê wî dûr xistin. Heman mamoste paşî bi sîlih avêt ser dibistanê, sê mamostên hevalê xwe kuşt û di peyde xwe jî kuşt.

Li gor medya wê derê; mamoste di dibistana seretayî ya Ntabankulu de bûye û temenê wî 52 sal bûye. Mamoste dikeve oda mamosteyan û bi çekê li mamosteyan dixe.

Mamosteyekî li ciyê bûyerê û her 2 mamosteyên din jî li nexweşxanê can didin.

Berdevkê polîs Nobuntu Gantana, bo çapemeniyê ragihand ku piştî nasnama mamsoteyên kuştî bo malbatên wan bi fermî bêjin, wê navên mamosteyan bo raya giştî jî bêjin.

Berdevk got ku bûyerê weka 3 cînayet û xwekuştinekî wê ji hev bên veqetandin.