PeyamaKurd – Ji ber zêdebûna rageşiya di navbera Amerîka û Îranê de, Brîtanyayê ji bo parastina berjewendiyên xwe yên li Rojhilata Navîn hêzên xwe yên asmanî xurt kirin.
Li gorî nûçeya rojnameya “Times”ê, 6 balafirên şer ên pêşketî yên cureyê F-35ê ji baregeha “RAF Marham” a li Brîtanyayê ber bi Baregeha Hewayî ya Akrotiriyê ya li Qibrisê ve hatin şandin.
Hat ragihandin ku ev pêngav wekî tedbîreke ewlehiyê ya li hemberî “şerekî berfireh ê herêmî” hatiye avêtin.
Ev balafirên nû dê tevlî firokeyên cureyê “Typhoon”ê bibin ku niha di çarçoveya “Operasyona Shader” a li dijî DAIŞê de li herêmê çalak in.
Hikûmeta Londonê her wiha hejmara personelên xwe yên li baregehên Qibrisê zêde kir da ku amadehiya xwe ya leşkerî li hemberî her cure geşedanan biparêze.