Îranê operasyon  kir ser PJAKê û 11 kesan girt

Dîroka Weşanê :
Îranê operasyon  kir ser PJAKê û 11 kesan girt

PeyamaKurd – Artêşa Îranê operasyon kir ser rêxistina PJAKê ku rêxistina jina ya bi ser KCKê ve ye û ji wan 11 kesan xist binçav. Li gor reagihandina çapemeniya Îranê; ragihandina rûdanê ji aliyê fermandarê Necefê yê baregeha Necef Eşref, Muhsin Kerimi de hat kirin.

Kerîmî got ku wê bi çalakiyên ku asayîşa Îranê dixin talûkê re têkoşîne bidin û got:

“Li ser agahiya ku me sitend, du hucreyên bi ser rêxistina PJAKê de xwe birêdixist. Berya bikevin nav tevegerê me operasyon kir ser wan û 11 ji wan xist bin çav. Her 11 kes jî têkildarê PJAKê (Partiya Jinên Azad ya Kurdistanê) ne û ji bo sabotajan bikin xwe amade dikirin û dixwestin asayîşa civakî xerab bikin.”

Ciyê operasyonê û kesên xistine binçav nehat dayîn.