PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew bi germî pêşwaziya danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de dikin.
Bexdayê ev hevdîtinên ku li Muscatê pêk hatin, wekî “pêngaveka erênî ji bo kêmkirina aloziyan” û “qonaxeka nû ya dîplomasiyê li deverê” pênase kir.
Wezaretê destnîşan kir ku Iraq piştgiriya her cure hewildanan dike ku “tenahî û ewlehiyê li herêmê” xurt dikin.
Di daxuyaniyê de spasiya taybet a hikûmeta Iraqê ji bo Selteneta Omanê hat kirin ku ji bo “hêsankarîkirina danûstandinan” roleke giring lîstiye.
Ev civîn roja 6ê Sibatê li ser dosyaya nukleerî û mûşekan pêk hat. Li gorî hinek medyayên Amerîkî, îhtimaleke xurt heye ku Îran bernameya xwe ya atomî ji bo demeke dirêj rawestîne û li beramberî vê jî Washington “cezayên li ser Îranê rake”.
Rayedarên Omanê jî ragihandin ku di rojên bê de dê rêzeke nû û “berfirehtir” a danûstandinan dest pê bike.