Erdoğan bi qralê Urdinê bi Abdullahê II.em re civiya

Dîroka Weşanê :
Erdoğan bi qralê Urdinê bi Abdullahê II.em re civiya

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan li Îstenbolê li Koşka Dolmabahçe bi awayekî fermî pêşwaziya qralê Urdinê qral Abdullahê II.em kir.

Piştî merasimê di navbera heyetan de hevdîtin pêk hat. Di heyeta Tirkiyê de wezîrê berevaniyê Yaşar Güler, wezîrê karên derve Hakan Fidan, serokê MİTê İbrahim Kalın serokê daîra karên derve yê serokkomariya Tirkiyê Akif Çağatay Kılıç hebûn.

Li ser naveroka civîna her dû welatan ti agahî nehatin dayîn.