Ji ENKSê panela mafên mirovan: Divê Sûriya nû federalî û nenavendî be

Dîroka Weşanê :
Ji ENKSê panela mafên mirovan: Divê Sûriya nû federalî û nenavendî be

PeyamaKurd – Desteya Yasayî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) bi boneya 10ê Kanûnê Roja Cîhanî ya Mafê Mirovan li Qamişlo panelek li dar xist.

Di panêlê de, serkirdeyên Encûmenê, mafnas, çalakvan, siyasetmedar, rewşenbîr û rojnamevan amade bûn .

Endamê Desteya Yasayî ya ENKSê parêzer Îbrahîm Ehmed da xuyakirin ku merema vê panelê li ser asoyên çareserkirina doza kurdî ye, li gor peyman û rêkeftinên navdewletî. Herwiha di pêşeroja Sûriyê de pêwîstî bi pênasîna hemû pêkhateyên din û rewabûna doza gelê Kurd heye.

Ehmed got, divê danûstandin û gengeşekirin di navbera pêkhateyên Sûriyê de çêbibe û Sûriyeke cihê hemû pêkhateyan tê de hebe bi rengekî federalîzim, nenavendî durust bibe.

Muhemed Mela