PeyamaKurd – Fermandariya Hêzên Nevndê yê artêşa Amerîkayê CENTCOMê li ser êrîşa ku li bajarê Tedmura Sûriyê kiribûn ser konwoya dewriya wan, ragihand k udi êrîşê de 2 leşkerên Amerîkayê û tercumanekî wan yê sîvîl can dane. 3 leşker jî birîndar bûne.
CENTCOMê ragihand ku kesê êrîş kiriye yekî ji DEAŞê ye û di operasyonê de hatiye kuştin. CENTCOM, di daxwuyaniya xwe ya nivîskî de got:
“Di 13.12.2025an de, yekî ji IŞİDe ku bi serê xwe tevgeriyaye, bo konwoya DYAYê kemîn daniye û di encamê de 2 xenatkarênleşker û tercumanekî hatiye kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne. Êrîşker jî hatiye kuştin.”
Wezîrê şer yê DYAyê Pete Hegseth, piştî rûdanê di peyamna weşand de got ku êrîşker hatiye kuştin û weha dewam kir:
“Ev bila zelal be: Eger hun Amerîkayiyan bikin hedef, hun li ku dera dinayê bin, hunê temeneêxwe yê mayî bi lêgerîna Amerîka ku bikeve pey we, dê we bibîne û we bikuje re derbas bikin.”
Nûnerê DYAye yê taybet Tom Barrack, ragihand ku êrîş kirine ser dewriya ku hêzên DYA û Sûriye bi hevre dikirin de, hatiye kirin.”