PeyamaKurd – Kore ya Bakûr bo destekê bide Rûsya leşker û gelek alavan şandibû Rûsyayê da di şerê wan de li hemberê Ûkraynayê şer bikin.
Serokê Kore ya Bakûr Kim Jong Un dema leşkerên wî ji Rûsya dageriyan, hinek ji wan hembêz kir, hinekan toqe kir û hinekan jî silavê da wan.
Li gor ajansa fermî ya Kore; Kim Jong Un, leşkerên ku bo 120 rojan bi fermana Partiya Karkeran çûbûn Rûsyayê, temamê fermanên ku dabûn bicîh anîne û goya di paqijkirina mayînan de xebitîne.
Kim Jong Un got ku di wexta kar de tenê 9 leşker jiyana xwe ji dest dane û ev jî dilê mirovî dişewitîne.
Li gor paymana navbera Kore û Rûsyayê 14 hezar lşekerên Kore çûne Rûsyayê lê tê gotin ku 6 hezar leşker mirine.
Kîjan rêje raste nayê zanîn lê ya rast ew e ku Kore ya Bakûr destekê dide Rûsyayê.