Mazlum Ebdî peyamekî li ser êrîsa ser leskerên DYA yê belav kir

Dîroka Weşanê :
Mazlum Ebdî peyamekî li ser êrîsa ser leskerên DYA yê belav kir

PeyamaKurd – Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlum Ebdî li ser êrîşa DEAŞê ya ser konwoya leşkerî ya li Palmirayê ku li Sûriyê pêk hat û di êrîşê de 3 karmendên leşker yên DYAyê hatin kuştin û 3 ji wan birîndar bûn, peyamekî belav kir.

Mazlum Ebdî di ser hesabê xwe yê Xê de di peyama ku belav kir de weha got:

“Li Sûriyê li devera Badiayê dema leşker wezîfa xwe ya dewriyê dikirin, di êrîşê de gelek xebatkarên giştî yên ewlehiyê yên can dan û bo leşkerên DYAyê em xemgîniya xwe radigihînin.

Bi zêdebûna van êrîşan re û di operasyonên li dijî terorê de, li dijî van rêxistinan di asta netewî de pêwiste bi biryardarî û xebatekî hevpar hebe. Em bo birîndaran şîfayê dixwazin.”