PeyamaKurd – Li welatê Sûdanê di êrîşa ser kampa Neteweyên Yekgirtî de, 6 leşkerên Bangladeşî ku di hêza aştiyê de kar dikirin hatin kuştin û 8 leşker jî birîndar bûn. Misyona NY li devera Abyeiyê wezîfe dike.
Rojnama Dhaka Tribune nûçeyê da û li gor ku rêvebiriya têkiliyên bi gel re yê artêşa Bangladeşê ragihandiye ku li Sûdanê li devera Abyeiyê kampa hêza aştiyê ya NY kirine hedef û di nav kampê û dora wê de gelek dengê sîlihan hatiye.
Piştî êrîşe tedbîran sitendine û rewşa her 8 birîndaran dişopînin. Nehat ragihandin bê kî êrîşê ser kampê kiriye.