PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan li ser lêdana 2 keştiyên li Derya Reş de axifî û got ku kiryar mirovî dixin nav endîşeyan. Lêdana her dû keştiyan Ûkraynayê girtibû aliyê xwe.
Erdoğan ragihandina xwe di Kulliya serokkomariyê de kir û got:
“Lêdana keştiyên li Derya Reş endîşe dide mirovî. Em hişyariyên pêwist didin terefan. Em êrîşên di herêma me ya munhair de mazûr nabînin.”
Erdoğan her weha balê kişand ser aboriyê Tirkiyê û got ku dahata millî ya Tirkiyê ji 238 milyar dolarî derketiye 1,5 trîlyon dolarî û hedefa Tirkiyê bo sala 2028an ew e ku dahata xwe derxe 1,9 trilyon dolarî.