Civîna Sara-Trump: Li ser HSDê rêkeftinek hat kirin

Dîroka Weşanê :
Civîna Sara-Trump: Li ser HSDê rêkeftinek hat kirin

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Sûriyeyê ragihand ku di hevdîtina di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şara de, di çarçoveya "Peymana 10ê Adarê" (peymana Ebdî-Şara) de, lihevkirinek ji bo entegrekirina Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HSD) di nav artêşa Sûriyeyê de û pêşketina ber bi "peymaneke ewlehiyê" di navbera Sûriye û Îsraîlê de çêbûye.

Wezaretê diyar kir ku serdana Şara ya Qesra Spî "dîrokî ye ji ber ku ev cara yekem bû ku serokê Sûriyeyê li Washingtonê hate pêşwazîkirin û bi Serokê Amerîkayê re ji saetekê zêdetir hevdîtin pêk anî." Herwiha hat diyarkirin ku hevdîtin "di atmosferek dostane û avaker de pêk hat."

Civîna Sêalî: DYA - Sûriye - Tirkiye

Wezaretê ragihand ku bi fermana Trump, "civîneke xebatê" ya sêalî di navbera Wezîrê Derve Esed Şaybanî, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Ruboi û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan de pêk hat. Armanca civînê "destnîşankirina mekanîzmayên pêkanîna peymana di navbera her du serokan de" bû.

Entegrasyona HSDê di Artêşa Sûriyeyê de

Li gorî daxuyaniyê, Trump û Şara di civînê de li hev kirin ku pêkanîna Peymana 10ê Adarê bidomînin, Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HSD) di Artêşa Erebî ya Sûriyeyê de entegre bikin û saziyên dewletê ji nû ve bikin yek. DYA herwiha diyar kir ku ew ê "piştgiriya hewldanên ji bo gihîştina peymanek aştiyê bi Îsraîlê re bike."

Bîranîna Peymana 10ê Adarê

Di daxuyaniyê de herwiha hûrguliyên peymana heşt xalî ya ku di navbera Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî û Serokê Demkî Ehmed Şara de di 10ê Adara 2025an de hatiye îmzekirin jî hebûn. Peyman banga agirbestek li seranserê welêt û entegrasyona HSDê di avahiya parastina neteweyî ya Sûriyeyê de dike.

DYA: "Em şansek duyemîn didin Sûriyeyê"

Wezareta Xezîneyê ya DYAyê daxuyaniyek hevbeş weşand û got, "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê şansek duyemîn dide Sûriyeyê ji bo ji nû ve pêşkeftin û serkeftinê di şerê li dijî terorîzmê de. Rakirina cezayan armanc dike ku alîkariya Sûriyeyê bike ku pêşerojek yekgirtî û aştiyane ava bike."

Endamê Kongresê yê Amerîkî Joe Wilson wêneyekî xwe yê bi Şara û Şeybanî re parve kir û got, "Ez bi Serok Şara re şanaz bûm. Sûriyeyek azad, yekgirtî û geş derfeta herî mezin e ji Şerê Sar vir ve."