Dadgeha Ceza ya Navdewletî: Fermana girtina Netenyahu û Gallant guncawe

Dîroka Weşanê :
Dadgeha Ceza ya Navdewletî: Fermana girtina Netenyahu û Gallant guncawe

PeyamaKurd – Dageha Ceza ya Navdewletî di 21.11.2024an de bi sedema li Xezzayê komkujî çêkirine di derbarê serokwezîrê Îsraîlê Bneyamin Netenyahu û wezîrê bergiriyê yê berê Gallant de biryara girtina her dû kesan dabû. Dadgehê li ser îttîraza wan, biryara xwe da û got ku biryar guncawe û girtina wan ranekirine.

Di biryarê de hat gotin ku di sala 2023an de 5 welat û di sala 2024an de 2 welat seredana dadgehê kirine da her dû lîderên Îsraîlê ceza bikin lê dadgehê ragihand ku berê di derbarê berpirsên Îsraîlê de doz dewam dike û seredana her 7 welatan tenê lezê dide dadgehê.

Niha wê biryara girtina Netenyahu û Gallant dewam bike.