PeyamaKurd – Dadgeheke Belçîkayê di dozeke ku di dîroka welat de yekem e, endamekî DAIŞê bi navê Samî Jeddû bi awayekî xiyabî ji ber rola wî ya di jenosîda li dijî Kurdên Êzidî de bi cezayê heta hetayê mehkûm kir.
Dadgeha Brukselê, duh, roja Înê biryara xwe eşkere kir û Jeddû ji ber "tawanên li dijî mirovahiyê" yên weke revandin, îşkence, destdirêjiya cinsî û kolekirina 3 jinên Êzidî di navbera salên 2014 û 2016an de, û her wiha ji ber "jenosîdê" sûcdar dît.
Tevî ku Pentagonê di sala 2016an de ragihandibû ku Jeddû di êrîşeke hewayî ya li Reqayê de hatiye kuştin jî, ji ber nebûna belgeyeke mirinê ya fermî, rayedarên Belçîkayê biryar da ku darizandinê bidomînin.
"Gaveke giring di lêgerîna edaletê de"
Parêzera 2 jinên Êzidî, Olivia Vinnet, biryar weke "gaveke girîng di lêgerîna edaletê de" bi nav kir û got, "Her çend ceza êşa qurbaniyan ji holê ranake jî, ev biryar giraniya sûcên ku li dijî muwekîlên min hatine kirin nas dike."
Bingeha dozê li ser lêkolîneke berfireh a li Sûriyeyê hatibû avakirin, ku tê de şahidiyên ji aliyê yekîneyên dijî-terorê, rêxistinên sivîl û rojnamevanan ve hatibûn komkirin. Du ji sê jinên ku ji aliyê Jeddû ve bûbûn mexdûr, di rûniştinê de şahidî kirin.
Ne yekem e li Ewropayê, lê ji bo Belçîkayê dîrokî ye
Ev biryar ji bo Belçîkayê dîrokî ye, lê li Ewropayê ne ya yekem e. Welatên weke Almanya, Hollanda û Swêdê berê endamên DAIŞê ji ber heman sûcan ceza kirine. Tê payîn ku dozeke bi heman rengî di Adara 2026an de li Parîsê dest pê bike, ku ew ê ji bo Fransayê bibe doza yekem a jenosîda Êzidiyan.
Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî, DAIŞê di Tebaxa 2014an de bi hezaran jin û keçên Êzidî revandibûn, rastî destdirêjiya sîstematîk anîbûn û weke kole firotibûn.