PeyamaKurd – Piştî ragihandina encamên destpêkê yên hilbijartinên parlementoya Iraqê, Hoşyar Zêbarî, endamê Desteya Rêveber a Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), daxuyand ku nexşeya siyasî ya Iraqê dê rastî guhertinên mezin were. Wî her wiha destnîşan kir ku ji bo pêkanîna hikûmetê pêwîstî bi hevpeymaniyeke mezin û berfirehtir heye.
Zêbarî di parvekirinekê de li ser tora civakî (X) de anî ziman ku divê hevpeymanî ji bo avakirina hikûmeteke bihêz û bibandor werin berfirehkirin. Wî îhtîmala derengketina avakirina hikûmeta Iraqê ya pêşerojê vekirî hişt.
Di dawiyê de, Zêbarî tekez kir ku lezkirina avakirina hikûmetek nû ji bo aramî û rêvebirina karûbarên Iraqê girîng e.
Li gorî hejmarên fermî yên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê, rêjeya beşdarbûnê di dengdana taybet de ji sedî 82.42 bû, lê rêjeya beşdarbûnê di dengdana giştî de ji sedî 54.35 bû.