Serokwezîrê Almanyayê Merz: Em ê kesên ku ji ber sedemên siyasî û dînî rastî zilmê tên, bi pas ve nesînin

Dîroka Weşanê :
Serokwezîrê Almanyayê Merz: Em ê kesên ku ji ber sedemên siyasî û dînî rastî zilmê tên, bi pas ve nesînin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz, derbarê polîtîkayên koçberî û penaberiyê de daxuyaniyên giring dan. Merz tekez kir ku ew kesên ji ber sedemên siyasî an dînî rastî zilmê tên, dê neyên ji Almanyayê neyên deportkirin.

Merz di axaftina xwe ya li çalakiya Yekîtiya Siyaseta Herêmî ya Partiya Yekîtiya Demokrat a Xiristiyan (CDU) û Yekîtiya Sosyal a Xiristiyan (CSU) de, polîtîkaya penaberiyê ya hikûmeta xwe zelal kir.

Serokwezîr Merz destnîşan kir ku ji bo kesên ku ji ber şerê navxweyî reviyane û hatine Almanyayê polîtîkayeke cuda dê bê meşandin û got ku piştî bidawîbûna şer, divê ev kes vegerin welatên xwe. Merz da zanîn ku ew ê derbarê vê mijarê de bi Serokdewletê Demkî yê Sûriyeyê re bikeve têkiliyê û wiha axivî: "Ji bo jinûveavakirinê pêwîstî bi van mirovan heye. Divê em rêyên teşwîqkar ji bo vegera wan bibînin."

Di heman demê de, Merz mizgînî da wan koçberên ku bi civaka Almanyayê re entegre bûne û debara xwe dikin û got ku dê ji wan re derfeta rûniştina daîmî were dayîn. Merz wiha pê de çû: 

"Gelek ji wan li vir perwerde dîtine, bûne doktor û di pîşeyên cuda de dixebitin. Em dixwazin derfetê bidin wan kesên ku entegre bûne û dikarin debara malbata xwe bikin ku li Almanyayê bimînin."

Wezîrê Karên Navxweyî yê Almanyayê Alexander Dobrindt jî amaje bi wê yekê kir ku bipaşaveşandina Sûriyeyiyên ku baş entegre bûne heta demeke nêz ne di rojevê de ye. Dobrindt her wiha hişyarî da û got ku ew Sûriyeyiyên ku demkî serdana welatê xwe dikin, dibe ku statuya xwe ya parastinê ya li Almanyayê winda bikin.