PeyamaKurd – Fermandarê Lîwaya Demokratîk a Bakur a di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de, Ebû Umer el-Îdlibî, ragihand ku di danûstandinên ji bo entegrekirina HSDyê bi artêşa Sûriyeyê re pêşketin hene. Îdlibî da zanîn ku ew li bendê ne di hefteyên pêş de "encamên erênî" bi dest bixin.
Di daxuyaniya xwe de, Ebû Umer el-Îdlibî tekez kir ku divê ev pêvajoya entegrasyonê li ser bingeha "prensîbên beşdarbûn û tevlibûnê" be û careke din daxwaza xwe ya ji bo pêkanîna hemû bendên "Peymana 10ê Adarê" anî ziman.
"Rola Amerîka û Frensayê giring e"
Fermandar Îdlibî bal kişand ser rola aktorên navneteweyî û got ku rola Amerîkayê di pêvajoya lihevkirinê de "pir giring" e û destnîşan kir ku Fransayê jî beşdariyeke bi bandor kiriye.
Derbarê têkiliyên herêmî de, Îdlibî rewş wiha nirxand:
"Têkiliyên me bi Urdin û Iraqê re pir baş bi pêş ve diçin, lê têkiliyên bi Tirkiyeyê re aloz in."
Wî her wiha pêşwaziya xwe li biryara hikûmeta Sûriyeyê ya ji bo tevlubûna Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê anî ziman û ev gav wiha bi nav kir çêdibe hevkariya ewlehiyê li qadê xurt bike.