PeyamaKurd – Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê yên 11ê Mijdarê, ku encamên wan di 12ê Mijdarê de hatin ragihandin, ne tenê surprîzên mezin ji bo gelek siyasetmedarên payebilind anîn, lê di heman demê de rewşek jî derxist holê ku bi dehan namzedan bi rayên pir kêm an jî bi tenê bi tayekê bi ser ketin.
Yek ji surprîzên herî mezin biserneketina Serokê niha yê Parlamentoya Iraqê, Mihemed Meşhedanî bû. Meşhedaniyê ku li Bexdayê bi lîsteya Hevpeymaniya Serweriya Neteweyî berbijêr bû, bi tenê 3 hezar û 864 ray wergirt û nekarî careke din bikeve parlamentoyê.
Her wiha Selîm el-Cibûriyê ku di navbera salên 2014 û 2018an de serokê Parlamentoyê bû, li Diyalayê bi lîsteya Suqurnayê beşdarî hilbijartinê bû û bi 5 hezar û 767 dengan ji kursiya Parlamentoyê dûr ket.
Kesayetiyên din ên ku têkçûn, Raîd Fehmî, Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Iraqê, General Yehya Resûl, Berdevkê berê yê Hêzên Çekdar ên Iraqê, û Wezîrê Petrolê yê Iraqê, Heyan Ebdulxenî jî di nav wan de bûn. Gelek parlamenterên dewra pêncemîn ên ji lîsteya "Imtidad" jî nekarîn di van hilbijartinan de bi ser bikevin.
Li gorî encamên destpêkê yên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan, rewşeke balkêş jî derket holê:
Ev encam nîşan didin ku tevî beşdarbûna zêde ya namzedan, piştgiriya gel ji bo hin kesan pir qels bûye, ku ev yek jî dibe ku nîşana guhertinên di dînamîkên siyasî yên Iraqê de be.