Dezgeya MKE taslîmata çek û muhîmmatan kir

Dîroka Weşanê :
Dezgeya MKE taslîmata çek û muhîmmatan kir

PeyamaKurd – MKE ya Tirkiyê ku hilberîna çekan dike û fabrika bingehîn ya dewletê ye, di serî de çek û muhîmmatan dide artêşa Tirkiyê û paşî difroşe hevkarên xwe yên navdewletî.

MKE (Endustriya Makîna û Kîmya) di hefta dawiyê de roketavêjên pirlûle, tivingên nîşanvanan, bombeavêjan û muhîmmatên ku zirxan qul dikin teslîmê fermandarya hêzên bejayiyê ya Tirkiyê kiriye.

Ew çekên navborî ketine nevantera artêşa Tirkiyê. Li aliyê dinê bi Îtalya re bo hilberîna hevpar ya muhîmmatan zebta lihevkirinê îmza kir.

Çekên ku daye hêzên bejayiyê yên artêşa Tirkiyê;122 milimetre roketavêjên pirlûle, di heman ebadan de muhîmmatên mijê, tivinga nîşanvanan (1500 metre) ya tîpa KN-12, çapa wê 40 mm bombeavêj (2.500 mt) in.

Hem muhîmmatên 25 mm yên alavên zirxî qul dikin û çapa wan 5,56 mm fişek hene ku ketin envanterê..