Baran û berf bandora neyînî li Sirnexê kir

Dîroka Weşanê :
Baran û berf bandora neyînî li Sirnexê kir

PeyamaKurd – Li navça Beytuşebab a Şirnexê barîna berfê û li navça Cizîrê jî barîna baranê xelkê asteng kir. Heya niha kes bende nebû berf an barana zêde bibare.

Niha li navça Beytuşebabê rê ji berfê paqij dikin lê li Cizîrê ji ber rabûna lehiyê erebe di nav avên kolanan de man.

Li Cizîrê gelek erebe di rêya vîncan de ji nav kolanên tije av hatin rakirin.