Trump: Me bi NATO re çarçova peymanê ya li ser Grönlandê danî

Dîroka Weşanê :
Trump: Me bi NATO re çarçova peymanê ya li ser Grönlandê danî

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku bi sekreterê NATOyê bi Mark Rutte re li ser Grönlandê çarçova peymanê çêkirine û bacên gumrikê yên ser YEyê ku wê di 1ê Sibatê de bihatina danîn, daye rawestandin.

Donald Trump, li Davosê hevdîtinên ku li ser Grönlandê kirine, di derbarê wan de, di ser hesabê xwe yê Truth Social de ragihandina xwe kir. Trump got ku bi Mark Rutte re hevdîtinekî baş kirine û weha dewam dike:

“Di encama hevdîtinê de, li ser Grönlandê û temamê herêma Arktikê, me çarçoveya peymana ku di pêşde  bêkirin amade kir. Eger ev çareserî bicîh were, dê bo DYA û temamê endamên NATOyê bibe çareseriyekî baş ya tekane.”

Trump got ku baca gumrikê ya ku di 1ê Sibatê de bahata danîn ser YEyê, paşde xistiye, bo Kubbeyên Zêrîn hevdîtinên din dê bên kirin û wê di bin desthilata cîgirê serokê Amerîkayê JD Vance, wezîrê karên derve Marco Rubio û nûnerê taybet Steve Witkoff de bimeşînin.