PeyamaKurd – Amerîka bi sedema Îran çalakvanan kuştiye, givaşên nû danî ser 9 keştî û 8 şîrketên Îranê. Trump bi sedema rawestandina hinek îdamên li Îranê sipasiya Îranê kir lê munaqeşeyên li ser mudaxeleya leşkerî ya ser Îranê dewam dikin.
Bi givaşên nû hedefa Amerîkayê ew e ku çavkaniyên darayî yên Îranê qut bike.
Sedema DYA givaşan daniye ser keştî û şîrketên Îranê ew e ku petrola Îranê dibin bazarên dinyayê û keştî û şîrketên navborî li Hindistan, Umman, Îmaratê ne û bi milyon dolarî petrolê dibin bazara dinyayê.
Wezareta xezînê ya DYAyê ragihand ku Tehran li hemberê çalakvanan sert tevgeriyaye, mudaxeleyê wan kiriye û bo îhlalên xwe veşêre, înternetê biriye an qels kiriye da raya giştî ya dinayê ji rûdanên li Îranê agahdar nebin.