Hakan Fidan: Dibe li Sûriyê wexta agirbesê bê dirêjkirin

Dîroka Weşanê :
Hakan Fidan: Dibe li Sûriyê wexta agirbesê bê dirêjkirin

PeyamaKurd – Wezîrê kar û barên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan tevlî bernama TV ya Tirkiyê ya NTV bû û li ser gelek mijaran axifî.

Li ser pirsa dirêjkirina agirbesê ya navbera Şamê û HSDê Fidan got ku di van rojan de DEAŞiyan dibin Iraqê û dibe di rewşekî weha de, wexta agirbesê hinekî bê dirêjkirin ji ber daxwazekî weha heye. Fidan weha dewam kir:

“Di vê pêvajoyê de gelek bûyer hene. Ez weha bêjim: Niha mehkûmên DEAŞê dibin Iraqê. Dibe di vê rewşê de wexta agirbesê hinek dirêj bikin. Daxwazekî weha heye. Dîplomasiyekî heye û em jî di nav de ne. Em naxwazin di vê pêvajoyê de şer bibe. Înşallah pêvajoyekî aştiyê destpêbike.”