PeyamaKurd- Rojnameya El Ereb, li ser encamdana hilbijaritnên Iraqê diyar kir ku rêjeya beşdarbûnê ji sedî 56 derbas bûye ku ev yek têkçûna bangên oldarê şîe Muqteda El Sedr a boykotkirina hilbijartinan nîşan dide.
Hate diyarkirin ku vê yekê pirs li ser asta rasteqîn a giraniya Sedr di nava gel de derdixiste holê.
Herwiha hate destnîşan kirin ku herî zêde serokê hikumetê Mihemed Şiya El Sûdanî sûd ji boykotkirina El Sedr wergirtiye û beşeke alîgirên El Sedr dengên xwe dane El Sûdanî da ku rê li ber vegera Nûrî Malikî bo qada siyasî bigirin.
Li gorî rojnameyê, serketina hilbijartinan herwiha binketineke siyasî ya Sedr e.