Erdogan û Pûtîn li Tirkmenistanê civiyan

Dîroka Weşanê :
Erdogan û Pûtîn li Tirkmenistanê civiyan

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, li bajarê Aşgabatê yê Tirkmenistanê bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re hevdîtinek pêk anî.

Ev civîn di çarçoveya "Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Navneteweyî" de ku bi boneya 30emîn salvegera statuya bêalîbûna Tirkmenistanê û îlankirina sala 2025an wekî sala aştiyê tê lidarxistin, pêk hat. Piştî bidawîbûna bernameya fermî ya forumê, her du serok li wê otêla ku Erdogan lê dima hatin cem hev û civiyan.

Di vê hevdîtina girîng de, ligel Erdogan şandeyeke payebilind a Tirkiyeyê jî amade bû; di nav wan de Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, Rêvebirê Ragihandinê Burhanettin Duran û şêwirmendên din cih girtin.