PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan, li Tirkmenîstanê di Foruma Ewlehî û Aştiya Navneteweyî de bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hevdîtinek pêk anî.
Di hevdîtinê de, têkiliyên dualî yên Tirkiye û Rûsyayê, hewldanên aştiyê yên berfireh ên şerê Ukrayna-Rûsyayê û mijarên mîna cemidandina fonên Rûsyayê yên ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve, bi hûrgilî hatin nirxandin.
Erdoğan tekez kir ku ew hewldanên ji bo bidawîkirina şer bi aştiyek dadperwerî û mayînde erênî dibînin û baweriya xwe anî ziman ku dikare di warên ku ji bo herdu aliyan jî sûdeyên pratîk hene de pêşketin çêbibe.
Erdoğan pêşniyar kir ku dibe ku di destpêkê de pêkanîna agirbesteke bisînor a ku tesîsên enerjiyê û bênderan hedef digire, bikêr be. Erdogan diyar kir ku ew pêvajoyên danûstandinên ji bo bidawîkirina şer ji nêz ve dişopînin û Tirkiye amade ye ku di her formatê de mêvandariya gotûbêjan bike.