PeyamaKurd - Neteweyên Yekgirtî Serokkomarê berê yê Iraqê Berhem Salih wekî Komîserê Bilind ê Penaberan (UNHCR) ragihand. Ev kiryar gaveke dîrokiye ku cara yekemîne di sê çaryeka sedsalê de, rayedarek ji Rojhilata Navîn ji bo vê postê tê tayînkirin. Salih, ji nav zêdetirî bîst kesayetiyên navneteweyî ji bo vê postê hat pêşniyarkirin.
Nameyek ku di 11ê Kanûnê de ji hêla Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonyo Guterres ve hate îmzekirin, diyar kir ku Salih ji bo demek pênc salî ku ji 1ê Çileya 2026an dest pê dike, hat tayînkirin.
Belgeyê eşkere kir ku ev tayînkirin demkiye û pêdivî bi pejirandina Komîteya Rêveber a UNHCR heye.
Salih dê şûna Filippo Grandi yê Îtalyayî bigre, rayedarekî NY yê ragihand ku ji sala 2016an vir ve, Grandi vê post digre.
Ev cara yekeme ku di 75 salan de vê postê didin kesekî ji Rojhilata Navîn û Berhem Salih, kesayetiyekî siyasî û hem Kurde, ji bo vê rolê tê tayînkirin.