PeyamaKurd – Hêzên Îranê di yadkirina roja 7an ya parêzer û hem siyasetmedarê mehkûmê berê di ya Xusro Alî Kurdî de li bajarê Meşhedê ku Nêrgiz Muhammedî jî di nav wan de ye 16 kesan girt. Di nav girtiyan de ji malbata Alî Kurdî 2 kes û hinek siyasiyên berê hene.
Nêrgiz Muhammedî xwediya xelata Nobelê ya aştiyêye û kesên din yên hatine girtin Alieh Motalebzadeh, Haşti Amiri, Pûran Nazimi, Sepideh Gholian, Asadullah Fakhimi, Ekber Amini, Ali Adinehzadeh, Riza Adinehzadeh, Hassan Bagheri-Nia, Abolfazl Abri, Habib Fadai, Kamal Cafarizadi û Nora ne. Ji malbata Alî Kurdî Dawûd Alikurdi û Ahmed Alikurdi hene.
Li gor ragihandina Hengawê; Ali Adinehzadeh û Riza Adinehzadeh, di tevgera “jin, jiyan, azadî” de cîh girtibûn.
Di wexta desteserkirina her 16 kesan de hêzên ewlehiyê li wan jî xistine.
Xusro Alikurdi, bi sala ji ber dosyayên çêkirî yên dewleta Îranê daîma di bin zor û tehdîda dewletê de mabû û di 5.12.2025an de li ciyê karê xwe bi guman can dabû.
Rayedar ragihandibûn ku sebeba mirina wî krîza dile lê mirovên wî û parêzerên wî behsa hatine xwîna bedena wî, rapora birîndarî kiribûn lê rayedarên darazê guh nedabûn îfade û delîlan.