PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku bo şerê ser sînor yê di navbera Tayland û Kamboçya de rawestînin, serkeftinekî dîplomatîk kiriye û got ku wê lîderên her dû welatan ji vê êvarê û pê de şer bidin rawestandin û dagerin ser metnên berê ku li ser wan li hev kiribûn.
Trump, bo çareseriya mijarê bi serokwezîrê Taylandê bi Anutin Charnvirakul û bi serokwezîrê Kamboçya bi Hun Manet re di rêya telefonê de axifiye. Her dû welat li hev kirine ku şer rawestînin û dagerin ser peymana xwe ya berê.
Trump, her weha ragihand ku pêvajoyê bi serokwezîrê Malezyayê bi Enwer Îbrahîm re meşandiye.