PeyamaKurd – Doktorê di beşa niştergeriya giştî ya nexweşxana lêkolînê û perwerdê ya Diyarbekirê de dixebitî Ahmet Coşkun (33), do neçû ser karê xwe.
Li ser neçûna wî ya kar, hevjîna wî ya doktor di rêya telefonê de lê geriya lê ji ber bersivê neda, çû mala xwe ya li Peyasê. Çaxa doktor derî nevekir, telefonê kir tîma 112an û îtfaiyê. Dema tîmên navborî derî vekirin dîtin ku girika doktor jêkirî li erdêye. Doktor di malê de jiyana xwe ji destdabû.
Piştî otopsiya doktor li Tiba Edlî ya Amedê hat kirin, cenazê wî birin memleketê wî bajarê Rihayê. Hevjîna doktor jî doktora nexweşîna jinaye û 2 meh mabû ku Ahmet Coşkun pisporiya xwe temam bike.
Lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.